5G
5G | |
|---|---|
| Malper | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
5G nifşa 5em a tora înterneta mobîlê ye ku leza nifşê ji nifşa çarem 4g (LTE) 10 carî zêdetir e.[1] 5g yekem car di sala 2019an de hatiye bikaranîn ku standardên nifşê ya teknîkî ji aliyê projeya hevkariya nifşê 3yem (3GPP) ve bi hevkariya bernameya IMT-2020 ya ITUyê ve hatiye pêşvexistin.[2] Tora 5G deverên ku qada vegirtî ya torê de ye dabeşî deverên biçûktir dike ku wekê şane têne binavkirin û rê didin amûran ku bi rêya radyoyê bi stasyonên bingehîn ên herêmî ve werin girêdan.[3] Her stasyonek bi rêya fîbera optîkî ya bilez an jî bi rêya wirelessê (girêdanên bêtêl) ve bi tora telefonê ya berfirehtir û înternetê ve girêdayî ye.[4] 5g ku nifşê 5em a tora înterneta mobîlê ye di 31ê adara 2026an de li Bakurê Kurdistanê hatiye çalak kirin.[5]
Bi teknoloji ya îro 5G, di tora rastîn ya îro de gihîştiye leza 4.7 gbit/s û di hawîrdanên laboratorî de gihîştiye bileziya 7,5 Gbit/s ê. Armanca sîstemê ewe e ku heta sala 2025an lezîya sîstemê derîne 10 Gbit /s.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lêkolînên destpêkê 2008–2012
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2008an de NASA û Machine to machine jîriya çêkirî (M2Mi) lêkolînên ragihandinê yên li ser nifşê nû yê tora înternetê pêk anîne ku bandor li ser têgehên destpêkê yên torên nifşê pêşerojê kiribûn.[6]
Di sala 2012an de Zanîngeha New Yorkê NYU Wireless ava kiribû ku navendeke lêkolînê bû ku li ser ragihandina pêlên milîmetreyî sekinîbû. Di heman salê de, Zanîngeha Surrey navenda nûjeniya 5G damezrandiye ku ji bo pêşvebirina sîstemê bi qasî 35 milyon £ ji hevkarên giştî û pargîdaniyên wekê Huawei û Samsungê ve hatibû wergirtin.[7]
Disa di sala 2012an de Yekîtiya Ewropayê projeya mobîl û bêtêl a Communications Enablers for the Twenty-Twenty Information Society (METIS) daye destpêkirin ku lêkolînên torên nû bi standardkirina navneteweyî re hevaheng bike.[8]
Standardkirin û ceribandinên destpêkê 2013–2018
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2013an de koma xebatê ya ITU-R 5D dest bi lêkolînên li ser IMT-2020 kiriye ku paşê wekê standarda 5G bi fermî binavkirine.[9]
Di heman salan de şîrketên mezin ên wekê Samsung Electronics, NTT Docomo û Huawei ceribandinên destpêkê pêk anîne. Samsungê prototîpek ceribandiye ku li ser 2 km bi karanîna antenên 8 × 8 MIMO leza ji 1 Gbit/s zêdetir bi dest xistiye.[10] NTT Docomo li CEATECê ji bo pêşxistina tora bilez xelatek hikûmetê wergirtiye ku di heman demê de Huawei bernameyek 600 milyon dolarên amerîkî ji bo pêşxistina teknolojiya tora mobîl ragihandiye.[11][12]
Danasîna bazirganî 2019–2021
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 3ê nîsana sala 2019an de Koreya Başûr tora xwe ya neteweyî daye destpêkirin ku ev yekem bikaranîna bazirganî ya nifşa 5gyê bû.[13] Piştê çend demjimêran, pargîdaniya Verizonê li hinek bajarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi xizmeteke sinorkirî ya tora 5gyê kiriye.[14] Di hezîrana sala 2019an de Globe Telecom tora nifşê nû ya yekem a Fîlîpînê daye naskirin[15] û di kanûna sala 2019an de AT&T li Dewletên Yekbûyî xizmetek xerîdar daye destpêkirin ku di sala 2020an de li seranserê welêt berfireh bûye.[16]
Belavkirina bazirganî ya tora 5Gyê di sala 2020an de bi awayekê bile berfireh bûye. Ji xeynî torên mobîl ên giştî, tor di pergalên pîşesazî û pargîdaniyên taybet de jî hatiye pejirandin ku di nav de xebitandina di spektruma bêlîsans (NR-U) û torên ne-giştî yên lîsanskirî (NPN) hebûn.[17] Torgilokên taybet ên 5G ji bo otomasyona pîşesaziya 4.0 û hilberîna otomasyon jî girîng bûn.[18] Beriya ku tor derbasî moda serbixwe (SA) bi karnelên 5G yên taybet bibin, di belavokên destpêkê de moda ne-serbixwe (NSA) - bi karnelên 4G - hatibû bikaranîn.[19]
Koreya Başûr di danasîna sala 2019an de alavên Samsung, Ericsson û Nokia; LG U Plus jî alavên Huaweiyê bi kar anîne.[20] Samsung piraniya nêzîkî 86.000 stasyonên xwe, di heman demê de SK Telecom, KT Corporation û LG U Plus li bajarên mezin bi karanîna banda 3.5 GHz di bin operasyona NSA de berfirehiya xwe zêde kirine. Leza daxistinê ya ragihandî bi navînî 200–400 Mbit/s bû û endamtî ya sîstemê di sala 2019an de li dora 260.000 kes zêde bûne û gihîştiye 4,7 milyon kesan.[21]
Piştî van bikaranînên destpêkê T-Mobile US di sala 2020an de yekem tora serbixwe ya neteweyî daye destpêkirin.[22] Ericsson texmîn kiriye ku heta nîvê sala 2020an, torên 5G dê bigihîje ji %65 ê ji nifûsa cîhanê.[23]
Dabînkerên sereke yên radyo û pergalên bingehîn ên 5g Altiostar, Cisco Systems, Datang Telecom/Fiberhome, Ericsson, Huawei, Nokia, Qualcomm, Samsung û ZTE bûn. Hatiye texmînkirin ku Huawei heta sala 2023an bi qasî ji sedî 70ê stasyonên bingehîn ên 5g yên cîhanê di destê xwe de bigire.[24]
Pêşveçûnên dawî 2022–heta niha
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta sala 2022an, leza torê li gelek herêman sabît bû û operatoran dest bi ceribandina nûvekirinên 5.5g kirine ku kapasîte û derengmayînê baştirîn bikin.[25] Di destpêka salên 2020an de torên bazirganî yên 5g yên di asta mezin de li piraniya bazarên pêşketî çalak bûn û belavkirina wan li herêmên pêşketî hê jî bileztir dibû.[26][27]
Nifşê 5g di 31ê adara sala 2016an de li Bakurê Kurdistanê hatiye çalak kirin.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Newsroom (21 sibat 2014). "From 1G to 5G Infographic". Shaping Europe’s digital future - European Commission (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 gulan 2020.
- ^ "What Is 5G, and How Fast Will It Be?". How-To Geek (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "3GPP meets IMT-2020". www.3gpp.org. Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ Segan, Sascha (16 gulan 2022). "What Is 5G?". PCMAG (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ a b Gerçek, Artı (31 adar 2026). "5G sibê dest pê dike: Li vir mîhengên ku hûn hewce ne ku bikin hene". Artı Gerçek (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Wayback Machine". www.nasa.gov. Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "University gets funds for 5G work". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). www.metis2020.com. Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Working Party 5D (WP 5D) - IMT Systems". ITU (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ ""Samsung Electronics develops key technology for mobile communications"". news.naver.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "DoCoMo Wins CEATEC Award for 5G | Wireless Watch Japan". wirelesswatch.jp (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Huawei plans $600m investment in 10Gbps 5G network". The Independent (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "South Korea to seize on world's first full 5G network". Nikkei Asian Review (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ McCurry, Justin (4 nîsan 2019). "US dismisses South Korea's launch of world-first 5G network as 'stunt'". the Guardian (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Globe at Home Air Fiber 5G: The Latest in Broadband Technology". bb.globe.com.ph (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "AT&T Begins Extending 5G Services Across the U.S." about.att.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "NR-U Transforming 5G - Qualcomm Presentation - GSA". GSA (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Private LTE & 5G Ecosystem". www.snstelecom.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ 株式会社インプレス (19 sibat 2020). "[ケータイ用語の基礎知識]第941回:NSA・SA方式とは". ケータイ Watch (bi japonî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Telecom's 5G revolution triggers shakeup in base station market". Nikkei Asian Review (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "Fast but patchy: Trying South Korea's new 5G service". Nikkei Asian Review (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "T‑Mobile Launches World's First Nationwide Standalone 5G Network ‑ T‑Mobile Newsroom". T-Mobile Newsroom (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ Taylor, Chloe (25 çiriya paşîn 2019). "5G coverage will span two thirds of the global population in 6 years, Ericsson predicts". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ Sahakyan, Mher, edîtor (2023). China and Eurasian powers in a multipolar world order 2.0: security, diplomacy, economy and cyberspace. Rethinking Asia and international relations. London New York: Routledge, Taylor & Francis Group. ISBN 978-1-003-35258-7.
- ^ Strumpf, Dan (25 nîsan 2023). "5G Not Enough? Telecom Companies Look to 5.5G". The Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "5G expansion: Where in Europe has the strongest mobile networks?". euronews (bi îngilîzî). 3 îlon 2024. Roja gihiştinê 31 adar 2026.
- ^ "5G in South East Asia and Oceania: A closer look". ericsson.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 adar 2026.